Önder Beyter
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê xeberdan.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat wergirtin, herdu serok li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û têkiliyên dualî sekinîn.
Serokomar Erdogan der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da agahî dan û herwiha diyar kir ku heger Efrîn ji terorîstan were paqijkirin, koçber wê bikaribin vegerin Sûriyeyê.
Di axaftinê da Serokomar Erdogan bal kişand ku seba di operasyona li Efrînê da zirar negihîje sivîlan, her cure tevdîr hatine wergirtin. Dîsa di peywendiya têlefonê da mijara bangewaziya agirbestê ya KENYê ya der heqê rewşa mirovî li Sûriyeyê da jî hat gotûbêjkirin.
Herdu serokan bal kişand ku ev geşedan, ciyê kêfxweşiyê ye û herwiha Xûtaya Rojhilat di serî da ji bo pakbûna dirûvê rewşa mirovî divê agirbest were edilandin.
Dîsa di axaftinê da ew yek jî hat rojevê, ji bo ku krîza Sûriyeyê bi rêbaza siyasî were çareserkirin, hewldana hevbeş pir girîng e.
Di peywendiya têlefonê da herwisa mijara Qibrîsê jî hat gotûbêjkirin û hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan, di warê herêma aboriyê û çavkaniyên hîdrokarbonê da hesasiyetên KKTC û Tirkiye da bibîrxistin.