ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî qebûl kir.
Civîna ku li Qesra Serokomariyê hat kirin ji çapemeniyê ra gîrtî bû.
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Misteşarê Wezareta Karên Derva Ferîdun Sînîrlîoglu û Alîkarê Sekreterê Gişkî yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî di qebûlê da amade bûn.