16 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama re der heqê civîna G20ê, êrîşên PKKya rêxistina terorê, rewşa Sûriyeyê û xebatên eskerî yên Rûsyayê yên ku li wê derê dimeşîne de axivî.
Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê daxuyaniyeke nivîskî da tê de ragihand ku Erdogan û Obama bi şev ji ser têlefonê bi hevdu re xeberdan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Obama de mijarên sereke têkoşîna li dijî DAEŞê tê birêvebirin û xebatên eskerî yên Rûsyayê ku li Sûriyeyê bi rê ve dibe cih girtin. Xebat û hevkariya ku divê li hemberî wan bên kirin hat nîqaşkirin.
Serokê DYAyê Obama jî êrîşa terorî ya ku di 10ê Cotmehê de li Enqereyê qewimî şermezar kir û ragihand ku DYA li hemberî hemû gef û talûkeyên ser welatê me ye her tim li cem Tirkiyeyê cih digire û piştgiriyê dide."
Hat gotin ku him Serokomar Erdogan û him jî Serokê DYAyê Obama ji bo dawî li êrîşên PKKya rêxistina terorê bê lihevkirin, li ser mijara Qibrîsê jî sekinîn.