Fatih Gazioğlu
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê îsal cara duduyan wê hevdu 'rû bi rû' bibînin.
Serokomar Erdogan ji bo Zîrweya Brezîlya-Rûsya-Hindîstan-Çînê (BRICS) çû Johannesburga paytexta Afrîkaya Başûr.
Serokomar Erdgogan di vê çarçoveyê da wê û bi Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê were bal hev. Bi vê hevdîtinê herdu serok wê hevdu cara duduyan bibînin.
Serok Erdogan û Putîn îsal 16 caran bi telefonê li ser mijarê "Sûriye" û geşedanên li herêmê û di mijarên abaroyê axivîn.
Erdogan û Putîn 2 caran ji hevdu ra têlgrafa serxweşiyê şandin û 3-4 nîsanê jî li Tirkiyeyê hatibûn bal hev.
- Di hevdîtinê da wê li ser Sûriyeyê biaxivin
Serok Erdogan û Putîn wê îro jî li Johannesburga paytexta Afrîkaya Başûr werin bal hev. Di hevdîtinê da mijare sereke wê "Sûriye" be.
Ji aliyê din va pevajoya Astanayê û "Zîrweya Tehranê" jî dibe ku were axaftin.
Serok Erdogan beriya here zîrweyê li balafirgehê daxuyaniyek dabû û wiha gotibû:
"Em ê bi Pûtîn re li ser Sûriyeyê biaxivin. Niha di mijara Tel Rifat û Minbicê de geşedan çêdibin, lê hê ne li gorî polîtikayên me ne. Bi tenê Efrîn, Cerablus û El Babê li gor daxwaza me diçe. Ev cî êdî rûniştine, bi qasî 4 hezar kîlomêtrekare niha di bin kontrola me de ye. Em ê li ser mijarên din jî biaxivin."