ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî hevdîtina koalîsyonê ya di navbera AK Partî û HDPyê de di Navenda Giştî ya AK Partiyê de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu di civînê de wiha got: "Ev çekdanîn bivê nevê wê li Tirkiyeyê pêk bê. Em bi hev re vê bikin. Hûn bang bikin ku bila li Tirkiyeyê hemû çek bên teslîmkirin. Birêz Demirtaş tiştekî pir baş got 'Demokrasî çiqas zêde bibe, çekdanînê wê kêm bibe û paşê jî divê bi temamî ji holê rabe'. Tişta ku em dixwazin bibîhîzin ev e."
- "Heger li Tirkiyeyê demokrasî bê parastin pergala kamuyê wê çêbibe."
Serokwezîr Davutoglu got ku divê hemû hêzên çekdar derkevin derveyî sînorê Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Ji bo ku li Tirkiyeyê hêzên çekdar û hemû hêzên ku tundiyê dikin derkevin derveyî sînorê Tirkiyeyê, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê da berê soz hat dayîn û divê di demeke kurt da ev pêk were. Di vê çarçoveyê da wê li Tirkiyeyê li dor rêgezên aştî, demokrasî û edaletê atmosfereke erênî çêbe. Em pergala kamuyê nakin mijara nîqaşê û em ê nekin. Heger îro li Tirkiyeyê hilbijartin pêk hatibe ev bi saya pergala kamuyê çêbû. Heger li Tirkiyeyê demokrasî were parastin pergala kamuyê vê dike. Divê di parastina demokrasiyê da hemû partiyên siyasî baldar bin. Em bi eşkereyî li ser van mijaran axivîn."
- "Li Tirkiyeyê êdî terore û tundiyê re rê tune"
Serokwezîr Davutoglu bangî hemû partiyan kir ku bila li dijî teror û tundiyê deklerasyonek bê weşandin û ew ê jî vê metnê îmze bike û wiha axivî: "HDP û hemû partiyên din, em dikarin bi deklarasyonekê ve bibêjin 'Li Tirkiyeyê êdî em teror û tundiyê naxwazin.' Ez ji vir bang dikim. Ez amade me ku metneke wiha îmze bikim. Em wek serokên partiyên siyasî ku li Tirkiyeyê di nav demokrasiyê da têkoşîn didin dikarin bibêjin 'Em amade ne ku li Tirkiyeyê standardên demokrasiyê zêde bibe, lê di vê hewldanê da em amade ne ku em ê bi tu awayî bi teror, tundî û tedayiyê midaxele nekin an jî em ê destûrê nedin û helwesteke hevbeş nîşan bidin.' Em dikarin bi vî awayî deklarasyonek bidin."