Serokwezîr Davutoglu: "Li Ceylanpinarê 2 polêsên me dema ku bişev di xewê de bûn hatin şehîdkirin. Ew berdevkên HDPyê yên ku duh li Meclisê qala aştiyê dikirin bila pêşiyê hesabê vê bidin û ew ê bidin jî."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya ku di Civîna Serokên Bajarana a Berfireh ya li ku Navenda Giştî ya AK Partiyê hat kirin de axivî.
Davutoglu qala polîtîkayên AK Partiyê kir û ragihand dev ji prensîbên xwe bernadin. Davutoglu wiha got "Karê AK Partiyê bi kesên ku dixwazin rovanşa 13 salan bistînin re tune. Em ê tiştên ku di 13 salan de hatin qezenckirin mihefeze bikin û li ser tiştên ku bên pêşniyazkirin jî bifikirin û ji bo ku Tirkiyeyê bê hikûmet nehêlin di tevgereke erênî de bin."
"Hin hêl piyonên xwe derdixin meydanê"
Davutoglu der barê rêxistina DAEŞê de jî got, "Tirkiyeyê ji serî de ev rêxistin wek tehdîtekî dît û dema ku hê tu kesî negotibû 'terorîst' di 10ê cotmeha 2013an de wan ev rêxistin wek terorîst îlan kir. Lewra me talûkeya ku dihat pêşte dît."
Serokwezîr Davutoglu behsa projeyên ku li ser Tirkiyeyê hatin amedekirin jî sekinî û wiha axivî: "Di 23yê tîrmehê de hewcedarî çêbû û me hemû yekeyên ewlehiyê civand û Civîna Ewlehiyê kir. Me wê demê dît ku hin hêlêr din jî piyonên xwe derdixin meydanê. Me li ser wê biryar da. Me got ku ne piyon, hedef şah û wezîrên wan piyonan in û ew şev me biryar da ku li ser navendên PKK, DAEŞ û DHKP-Cyê operasyon were kirin."
"Berdevkên HDPyê wê hesabê şehîdên me bidin"
Davutoglu li ser daxuyaniyên rayedarên HDPê jî sekinî û wiha got, "Li Ceylanpinarê 2 polêsên me dema ku bişev di xewê de bûn hatin şehîdkirin. Ew berdevkên HDPyê yên ku duh li Meclisê qala aştiyê dikirin bila pêşiyê hesabê vê bidin, û wê bidin jî."
Davutoglu wiha pê de çû:
"Niha hevserokekê (Selahattîn Demîrtaş) ku hedê xwe nizane got 'ev hemû dek û dolab karê gladyoya Qesrê ye ' û cardin heqaret li Serokomarê me û meqamê Serokomariyê kir. Ez li vê derê bang dikim; Li Tirkiyeyê meqamê Serokomariyê jî, hemû meqam jî di nav pergala makezagonê de wezîfeyeke pîroz dikin. Lê hûn elemanên gladyoya terorê ne."