22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya zindî ya hevpar a Kanal 7 û Ulke TVyê bû û derbarê rojevê de nirxandin kirin.
Erdogan ji bo îstîfakirina wezîrên HDPyî wiha got:
"Îro ev xebera îstîfakirinê ya ku gihişt berdestê me watedar e. Îstîfa kirin, ev daxwaza wan e, belê karin bikin. Mecbûr nînin ku bimînin. Lêbelê gotinên wan ên derbarê meqamê serokomariyê de giran bûn, sûcdarkirina wan sûcdarkirineke kirêt bû. Berî her tiştî li ba Birêz Serokwezîr ev îfade bikarneanîn û di Lijneya Wezîran de wiha negotin. Ya ku min meraqdar dike ev e; 'Gelo ew metnê li pêşiya wan ji ku derê hat?' û hewl didin ku bi wê metnê Qesrê an jî meqamê Serokomariyê leke bikin."
Serokomar Erdogan: "Bila serê ewil ev bê zanîn, pêvajoya çareseriyê min da destpêkirin. Pêvajoyê, partiya ku ew mensûbên wê ne neda destpêkirin. Eqsê vê, aliyê ku pêvajoyê xirab kir ew in. Li vir dixwazim bi eşkereyî tiştekî îfade bikim; niha digel rêxistina terorê ya ku pişta xwe danê, hewl didin ku li ser piyan bisekinin. Heke pişta xwe nedana rêxistina terorê mimkun nebû ku heta vê astê bên; lê wekî ku hûn jî dibînin bi piştevaniya rêxistina terorê li ser piyan disekinin."
-Îstîfakirina wezîrên HDPyî
Serokomar Erdogan derheqê îstîfaya wezîrên HDPyî de wiha axivî: "Îro ev xebera îstîfakirinê ya ku gihişt berdestê me watedar e. Îstîfa kirin, ev daxwaza wan e, belê karin bikin. Mecbûr nînin ku bimînin. Lêbelê gotinên wan ên derbarê meqamê serokomariyê de giran bûn, sûcdarkirina wan sûcdarkirineke kirêt bû. Berî her tiştî li ba Birêz Serokwezîr ev îfade bikarneanîn û di Lijneya Wezîran de wiha negotin. Ya ku min meraqdar dike ev e; 'Gelo ew metnê li pêşiya wan ji ku derê hat?' û hewl didin ku bi wê metnê Qesrê an jî meqamê Serokomariyê leke bikin."
Gelo hûn çima bi Erdogan re ewqas bilî dibin? Yanî ez li welatê xwe nikarim fikr û ramanên xwe yên debarê bûyerên siyasî de ragihînim, gelo mafê min tune ku ez bûyeran binirxînim? Ez vê mafê xwe bikartînim û ez ê bikarbînim jî. Dema min dest bi vî karî kiribû wiha gotibû, 'Ez ê serokomariyeke cihê derxim holê.' Di Destûra bingehîn de madeyeke ku rê li ber vê yekê bigre tune ye. Ez li vir vê mafê xwe bikartînim û fikr û ramanên xwe eşkere dikim."
- Ma kî van mirovana direvîne?
Serokomar Erdogan wiha pê de çû: "Mînak, em bibêjin yek ji AK Partiyê dê bibe parlementer. Lê digerin jê re dibêjin 'Tu zanibî ku tu çawa bibî parlementer, tu yê wisa bêyî kuştin.' Di vê hilbijartinê de jî ya bêrî vê de jî bûyerên wiha qewimîn. Ewqas mirov tên revandin, ma kî van mirovana direvîne? Rêxistina terorê ya cihêxwaz direvîne. Berî her tiştî divê miletê min ê ezîz bi van bûyeran zanibe û di demeke kurt de dersa wan bide."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku berî her tiştî gotina 'bêdengkirina çekan' ew qebûl nake û wiha dewam kir:
"Divê çek deynin, di bin axê de, di bin betonê de veşêrin... Li Îngilistanê jî wiha kirin. Ew ê eynî wiha bê kirin û tabî piştre derbarê vê de raporê bidin yekeyên elaqedar. Eqsê vê divê vê welatê biterikînin. Ma em ê her tim bi vana re mijûl bibin? Mêze bikin li Başûrê Rojhilatê bi rêk û pêk sermaye nayê danîn, çima? Ji ber vana. Heke ku li wê derê bêkarî hebe, bila bê zanîn ku berpirsiyar ev in."