WASHINGTON
Kovara Timeyê di ankêta xwe ya bi navê "100 kesên herî bibandor ên dinyayê" de navê Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî nivîsand û ew wek namzet dan nîşan.
Edîtorên Kovara Timeyê daxuyand ku ew dema ku lîsteya "TIME 100"ê diyar dikin, dixwazin ku xwendevanên wan jî fikrên xwe bibêjin. Edîtoran di beşên cuda cuda de ji dengdayînê navê 100 kesan eşkere kirin.
Di kovarê de navê Serokomar Gul û Serokwezîr Erdogan jî di kategoriya dinyayê de dan nîşan. Ji bo Gul wiha hat nivîsandin "Alternatifê Serokwezîr Erdogan. Di navbera dilsoziya partiyê û tevgerên hişk ên Erdogan de bi awayekî hevseng tevgeriya."
Kovarê ji bo Serokwezîr Erdogan jî wiha got: "Serokwezîrê otorîter ê Tirkiyeyê ye, di hilbijartinên herêmî de bi ser ket, xwe ji skandala gendeliyê û protestoyên li hemberî hikûmetê xelas kir."
Di lîsteyê de kategoriya dinyayê de navên 25 kesan jî heye;
Pope Francîs, Bîll Gates, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimîr Putîn, Edward Snowdenê ku agahiyên Ajansa Ewlekariyê ya Netewî ya Amerîkayê dizî û dinyayê belav kir, Malala Yusufzaiya ku ji bo keçikên Pakîstanê herin dibistanê têkoşîn da û ji ber vê di sala 2012an de Talîbanê gule berda serê wê.
Dengdayin dê heta 22ê nîsanê dewam bike. Di 24ê nîsanê de kovarê lîsteyê eşkere bike.