23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
TBMM
Cîgirserokê Koma HDP Ahmet Yildirim betalbûna Parlamenteriya Fîgen Yuksekdag rexne kir û got: "Ji aliyê me ev nayê qebûlkirin. Îqtidara siyasî li gorî demê ev kar aniye Lijneya Giştî."
Yildirim der barê betalkirina Parlamenteriya Fîgen Yuksekdag û nexşerêya partiyê da agahî da nûçegihanê AAyê.
Yildirim îdia kir ku doza Yuksekdag ji roja dest pê kir û heta encamê, li gorî hiqûqê nemeşiyaye. Hemû usûlên darizandinê hatine binpekirin. Her wiha Yildirim got ku dozgerê ku îdianameya Yuksekdag amade kir ji ber sûcê endamtiya ' cemaetê' hat îxrackirin û hat girtin. 3 endamên dadgeha ku îdianameyê qebûl kirin jî ji ber heman sûcî hatin îxrackirin.
Yildirim ragihand ku roja înê dê civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî pek bînin û der barê mijarê de dê nîqaşan bikin. Yildirim got "Tu nîqaşa me ya li ser sîneî milet tuneye."