Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, beşdarî bernameya "Ajans Bugun" a televîzyona A xeberê bû û li vir, pirsên der barê rojevê de bersivand.
Akdogan li ser pirsa "Pêvajoya çareseriyê gihişt kîjan astê, gelo gotinên wek pêvajo rawestiya rast in?" got ku di rojên borî de HDP û Qendîlê hin daxuyanî belav kirin.
Akdogan got hin kes dibêjin "em hatin dawiya pêvajoyê", "pêvajo rawestiya", "zagona bingehîn neguherî" em jî li hemberî van gotinan dibêjin: "Xwediyê pêvajoyê em in, em pêvajoyê bi rê ve dibin. Saziyên me yên eleqedaqr jî çi dikeve ser milên wan bi cih tînin."
Akdogan wiha dewam kir:
"Li aliyekî dibêje em xwediyê pêvajoyê ne, li pêvajoyê xwedî derdikevin, aliyê din ji bo pêvajo raweste hewl dide û daxuyaniyên wek pêvajo rawestiya belav dike. Yên ku vê yekê dibînin ku berê gotibûn em dev ji çekan bernadin dibêjin 'heke wiha wiha pê bikin em ê tavhal kongreyê kom bikin.' Gelo we duh çima digot pêvajo rawestiya, pêvajo tune. Ma hişê we duh li ku derê bû? We digot em ê çek daynin, Tirkiyeyê biterikînin... Ka we kîjan soza xwe bi cih anî? Bûyerên şidetê dewam dikin. Dîsa rêyan digrin, mêran direvînin, bi her awayî îllegalîte dewam dike. Yanê aliyekî ku sozên xwe bi cih neanî û nayne li hemberî me ye."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku hewldana wan a ji bo HDP bendê derbas bike projeyek e û HDP jî li pêşeroja pêvajoya çareseriyê nafikire û bi hîleyên wan dixape.
-"Milê xwe dane milê rêxistina parelel"
Akdogan got ku hemû tiştên ku HDP jê gilidar e rêxistina parelel dike û wiha dewam kir: "Niha bi rêxistina parelela ku dijminê pêvajoya çareseriyê re milên xwe dane hev du."