Fatih Gazioğlu
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
TBMM
Cîgirserokê Koma HDPyê Ahmet Yildirim, der barê meşa CHPê de got ew e 'ji cihê kêrî wan bê û herî baş" de wê beşdarî meşê bibin.
Yildirim li meclîsê civîneke çapemeniyê lidarxist û pirsên rojnamevanan bersivandin. Yildirim got ku li qeyumên herêmê li gelek bajarên peykerên Kurdên navdar xirab dikin. Yildirim got ku ev nayê qebûl kirin lazimê li ser wan qeyum lêpirsin bên destpê kirin û heta bên darazanddin.
Yildirim der barê 'meşa edalatê' ya CHPyê jî de got ku ew ê arîkariyê bidin û wiha axivî:
"Em alîgirê vê meşê ne û em ê pirştgiriyê bidin. Der barê ka em ê kengî li kî derê beşdar bibin hê di navbera me û hevalên me de nîqaş heye. Ev wê sibê piştî civîna me ya MYKyê wê eşkere bibe. Ji bo meşê 'cihê kêrî wan bê û herî baş" ka kî dere em ê ji wir beşdar bibin."