Walîtiya Diyarbekirê ragihand, piştî ku Serokê Yenî Îhya Derê û endamê Huda Parê Aytaç Baran hat kuştin, bûyer derketin û di bûyeran da hejmara kesên ku mirin derket 4an.
Walîtiyê daxuyanî da û daxuyand ku hêzên ewlehiyê der heqê êrîşa biçek da xebat kirin û 14 kes hatin binçavkirin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Heta niha 6 kes hatin binçavkirin. Li ser van kesan 4 keleş, çekeke otomatîk ku marqeya wê uzî ye, 4 tivingên nêçîrê, tivingeke bipompe, demançeyeke ku marqa wê glock e, gelek fîşeng, 5 şiv û dûrbînek hat girtin.
Hejmara kesên ku di bûyeran da mirin derket 4an û 3 jê rojnameger, 1 jê xebatkarê nexweşxaneyê bi tevahî 6 welatiyên me birîndar bûn."