Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got "Li Mûşê leşkerê me revandin, pişt re çûne danîne avahiya HDPyê. Heval, serbestberdana leşkerê ku li Mûşê revandibûn pirsgirêkê çareser nake. Heta mirovên çekdar hebin hemû dengên ku didin HDPyê webal e."
Akdogan Mizgefta Hoca Ahmet Yesevî vekir û wir nimêja înê kir.
Akdogan pişt re li Qada Ahmet Yesevî xitabî gel kir û got ku hilbijartina 7ê hezîranê wekî referandûmê ye, di navbera kesên dixwazin ku vegerin Tirkiyeya berê û Tirkiyeya nû ava bikin de têkoşîn heye.
Akdogan destnîşan kir ku wek partî ketina HDPyê ya hilbijartinan û xebatên ji bo ku ew ji bendê derbas bibin tên kirin projeyek e û wiha axivî: "Dibêjin ku 'Heke HDP ji bendê derbas bibe, em AK Partiyê dûr bixin em ê biçin heyama koalîsyonan.' Ey HDP heke ku tu guh nadî Pêvajoya Çareseriyê ew çax dê kî Pêvajoya Çareseriyê bike? Gelo dê MHP bike an CHPya neteweperest? Ew rêxistina paralel a ku dijminê pêvajoya çareseriyê ye ya ku niha ketî milê wê dê bike? Dê kî bike? Ev xapandinek e."
Akdogan wekî "Êdî em rûyê van ên rastîn bibînin. Ev nikarin bibin partiya Tirkiyeyê. Kesên ku namzedên hevzayend derdixîne, zewaca hevzayendî derdixîne pêş gelo dikare bibe partiya Tirkiyeyê?" xitabî dengdêrên HDPyê kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li Mûşê leşkerê me revandin. Gelo partiyeke ku wekî dûvê rêxistina ku leşkerê tirk direvîne dikare bibe partiya Tirkiyeyê? Pişt re anîne danîne avahiya HDPyê. HDP ofîsa hilbijartinê ya PKKyê. Çima? Ji bo ku ew prîmê bikin. Heval, serbestberdana leşkerê ku li Mûşê revandibûn pirsgirêkê çareser nake. Heta mirovên çekdar hebin hemû dengên ku didin HDPyê webal e. Xurtbûna van nayê wateya xurtbûna demokrasiyê ji ber ku ev di bin siya rêxistina terorê de ne. Gel li van dinêre, deng dide, lê gotina mirovên li pişt diçe serî, gotina mirovên çekdar bi cî tê, gotina mirovê ku guleyê berdide dewletê diçe serî. Gelo kî lîsteyên HDPyê, birêvebiriyên HDPyê diyar kir? Ma ev hesab didin gel? Hesabê didin Qendîlê. Pişt re Selahattîn Demirtaş derdikeve û dibêje 'We ji çi re îxaneta me dîtiye.' Ev rêxistina terorê ya ku bi Komara Tirkiyeyê re şer dike, guleyê dibarîne ser welatê xwe, radide ser qereqolan, ewladên gel wir şehîd dike, rêxistina kê ye? Ma tu ne dûvika wê yî? Dê êdî îxanetek çawa çêbe?"
- Me ji bo ku HDP ji bendê derbas bibe hevdîtin nekir"
Akdogan bi bîr xist ku ew Pêvajoya Çareseriyê bi rê ve dibin, hevdîtinan dikin û wiha axivî: "Me ji bo ku HDP ji bendê derbas bibe hevdîtin nekir, me ji bo ku dawî li terorê bê hevdîtin kir. Me ew çax jî ev rexne dikirin. Ez di hemû hevpeyvînên xwe de dibêjim ku 'Em divê dawî li vê îllegalîteyê bînin, bêçalakbûn ew nîne ku raserî qereqolan nekin, rêbirîn, mirov revandin zirarê dide vê pêvajoyê."
Akdogan got dema ku Pêvajoya Çareseriyê bi ser ket jî dê têkoşîna bi wan re berdewam bike û dê tu carê kurdan nedin destê vê rêxistina nexweş.