Abdullah Tel
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2017
BARTIN
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim destnîşan kir ku di budçeya sala 2018an a Tirkiyeyê da mezinbûn, pêşketin, kar û bar û ji bo welêt vekirina deriyên nû hene.
Yildirim di Kongreya Bajar a Asayî ya 6emîn a Bartinê ya partiya xwe da axivî û bal kişand ser kar û xebatên ku hikûmeta AK Partiyê di nav 16 salan da ji bo gel û welatê Tirkiyeyê kiriye.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku Amerîkayê quretî kir û wiha pê da çû: "Serokê Amerîkayê rojekê rabû bi quretî kaxizek îmze kir. Çi ye, ez ê Qudsê bikim paytext. Gelî ciwanan, bi gotineke 'min kir, temam e' qet çêdibe? Çênabe. Me wê hingê got 'Hesabê şaş wê ji Qudsê bizivire, Quds bêxweyî û bêxudan nîne."
Biryara 128 welatên ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da ji bo neqebûlkirina pêşnûmaya Qudsê dan û di rojevê da ye jî di nav mijarên Yildirim li ser sekinî da cih girt û wî jî got: "Dema ev biryar hat Serokê Amerîka li hemû dewletan geriya û heta gef xwar û got 'Hûn li dijî biryarê rayê biavêjin ji we ra pere tuneye û em ê alîkariyê nedin. Em ê filan tişt û bêvan tiştî bikin. Em dewleteke mezin in ha.' Xwest bitirsîne, lê hesabê tiştekî nekir. Hesabê çi nekir, hûn çiqas mezin dibin bibin, li dinyayê her dewleta ku ax, ala û desthildariya wê heye biryara xwe dide û qedera xwe bi xwe tayîn dike."
Der barê plan û projeyên ku li herêmê tên kirin da jî Yildirim axivî û wiha pê da çû: "Ew proje û planên ku 100 sal berê li ser vê axê raxistine meydanê derketiye holê û xuya kiriye ku dijî îradeya herêmê ye û wê nemeşe. Ew kesên der barê herêmê da biryar dan û dixwazin ji nû va heman tiştan bikin, lê Tirkiye heye. Tirkiye dibêje çi, li vê herêmê digel me, digel welatên li vê herêmê tu kes nikare bi hezaran kîlometre ji dûrî vir bê, plan û mêraniyê bike."