21 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Heyeta Şaxa Ciwanan a Huda Parê ji bo ku li ser Sîlwana ku lê bûyerên terorê qewimîn raporeke berfireh amade bikin dest bi xebatê kirin û li Sîlwanê hin têkilî danîn.
Heyeta di serokatiya Ayetullah Turgutê Alîkarê Serokê Gişkî yê Şaxa Ciwanan a Huda Parê da ji bo ku raporekê li ser 3 taxên Sîlwana ku lê bûyerên terorê qewimîn û 6 caran qedexeya derketina derva hat îlankirin raporeke berfireh amade bike bi rayedar û wezîfedarên saziyan, mixtaran û qaymeqamê Sîlwanê ra hat bal hev.
Turgut li ser navê heyeta ku li taxên Tekel, Mescit û Qonaxê bi welatiyan ra axivî daxuyanî da û diyar kir ku dixwazin wek Şaxa Ciwanan a Huda Parê li bûyerên ku li Sîlwanê qewimîn raporeke berfireh amade bikin.
Turgut destnîşan kir ku bi heyeta xwe ra hatin navçeyê û bi saziyên civaka sivîl, rêveberên partiyên siyasî û gel ra rû bi rû axivîn û wiha got:
"Me li taxên Tekel, Mescit û Qonaxê yên ku bûyer lê qewimîn lêkolîn kir. Me derd û hêviyên gel ji devê wan guhdarî kir. Bi taybetî ez dixwazim ku bêjim, gel bertekeke mezin nîşanî siyaseta hendekê dide. Em ê di rojên pêşiya me da Rapora Sîlwanê ya berfireh bi raya gişkî ra parve bikin."