02 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
ÎZMIR
Pinar Aydinlara ku di hilbijartinê de namzeda parlamenteriyê bû li ser lîsteya HDPyê û Hacay Yilmazê ku Endamê Lijneya Rêvebiriya Îzmirê ye her yekî 2 sal cezayê hepsê xwarin.
Rûniştina li 2emîn Mehkemeya Cezayên Giran a Îzmirê bêyî beşdariya tawanbar Aydinlar û Yilmaz birêve çû lê parêzer amade bûn.
Heyeta mehkemeyê ji ber sûcên "propagandeya rêxistina terorî" ji bo Aydinlar û Yilmaz her yekî 2 sal û 6 meh cezayê hepsê da. Cezayê tawanbaran ji ber sedemê erênî dakete 2 salan.