Polîtîka

Ji Bozdag bo Kiliçdaroglu bersiva "Osmanî"

Bozdag:"Îftira û heqaretên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ên ku li mala neviyên Osmaniyan li çavê wan nihêrî û li Osmaniyan kir, Yoruk di serî da ew îftira û heqaret in ku li her ferdê miletê Tirk hatiye kirin."

Önder Beyter  | 24.04.2018 - Rojanekırın : 24.04.2018
Ji Bozdag bo Kiliçdaroglu bersiva "Osmanî"

Ankara

ANKARA

Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag wiha got, "Îftira û heqaretên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ên ku li mala neviyên Osmaniyan li çavê wan nihêrî û li Osmaniyan kir, Yoruk di serî da ew îftira û heqaret in ku li her ferdê miletê Tirk hatiye kirin. Yoruk Osmanî ne, Osmanî jî Yoruk in."

Bozdag di daxuyaniya xwe ya ser Twitterê da wiha got, "Osmanî cedê me ye. Osmanî yek ji wan dewletên herî mezin û biîhtişam e ku bav û kalên me ava kirine."

Bozdag bal kişand ku Osmanî, ne bi tenê dewleta Milê Kayi, herwiha dewleta hemû milên Tirkan e û wiha dewam kir, "Dewleta Osmanî navê hemû milên Tirkan bilind kiriye û navê Tirk bi herfên zêrîn di dîrokê da qeyd kiriye."

Bozdag bal kişand ku miletê Tirk, neviyên Osmaniyan in û wiha dewam kir:

"Dewleta Tirkiyeyê jî dewama Dewleta Osmanî ye. Miletê Tirk û dewleta Tirkiyeyê hem mîratxurê Dewleta Osmanî ye û hem jî mîratxurê Osmaniyan e. Dewleta Osmanî timî bi edaletê hukim kiriye. Dijmintiya Osmaniyan, rasterast dijmintiya Tirkan e. Îftira û heqaretên Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ên ku li mala neviyên Osmaniyan li çavê wan nihêrî û li Osmaniyan kir, Yoruk di serî da ew îftira û heqaret in ku li her ferdê miletê Tirk hatiye kirin. Yoruk Osmanî ne, Osmanî jî Yoruk in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.