Elif Orhan
13 Hezîran 2019•Rojanekirin: 13 Hezîran 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu Serokê Komîsyona Koçberan û Têkiliyên Navneteweyî yê Parlementoya Qeredaxê Andrîja Nîkolîc û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geîr O. Pedersen ra hevdîtin kir.
Wezîr Çavuşoglu li avahiya fermî ya Wezareta Karên Derva Serokê Komîsyona Koçberan û Têkiliyên Navneteweyî yê Parlementoya Qeredaxê Nîkolîc û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Pedersen qebûl kir.
Çavuşoglu der barê hevdîtinan da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parvekirin kir û der barê hevdîtina xwe ya bi Nîkolîc ra got ku "Me bi Serokê Komîsyona Koçberan û Têkiliyên Navneteweyî yê Parlementoya Qeredaxê û endamên parlementoyê ra hevdîtineke samîmî kir. Bi vî welatê dost ra di her warê da têkilî pêş dikevin."
Çavuşoglu der barê hevdîtina xwe ya bi Pedersen ra jî parvekirina "Em bi Nûnerê Taybet ê NYyê Geîr O. Pedersen ra li ser rewşa dawîn a li Sûriyeyê sekinîn. Hedefên me yên sereke ne ku herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê bê parastin û pêvajoya siyasî bê pêşxistin." kir.