KONYA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der barê lêkolînên Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) de wiha got: "Piştî lêkolînên li TÎBê xuya bû ku bi hezaran kes bêlasebeb hatine guhdarkirin. Kiriyarên guhdarkirinê dê li ber dadê hesab bidin û werin darizandin."
Arinç di çarçoveya çalakiyên ji bo Roja Jinan a Cîhanê de ji bo ku beşdarî bernameyekê bibe hat Otêla Anemonê ya Konyayê. Arinç li vir pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de bersivand.
Arinç der barê guhdarkirinan de wiha got: "Mijara guhdarkirinê belav bûye. Mixabin piştî lêkolînên li TÎBê xuya bû ku bi hezar kes bêlasebeb hatine guhdarkirin û dengên wan hatine qeydkirin. Êdî bi hezaran kesan guhdar dikin. Ev ji bo Tirkiyeyê ne baş e. Înşellah kesên ku bi bêisûlî guhdarkirinê dikin û ji bo armancên ne baş bi kar tînin bersiva xwe bigirin. Piştî lêkolînan kiriyarên guhdarkirinê dê li ber dadê hesab bidin û werin darizandin."