Sevim Hatun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
MUŞ
Li Mûşê hin xêrxwaz bi rêya medyaya civakî hatin bal hev, pakêtên alîkariyê yên ku amade dikin berî fitarê datînin ber deriyê mihtacan, li derî didin û diçin.
Koma bi navê "Koma Devoka Mûşê" ya ku 4 meh berê li ser medyaya civakî hat avakirin, bi minasebeta meha remezanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Xêrxwazên ku di bin banê vê komê de kom bûn, pêşiyê malbatên mihtac ên li navenda bajêr diyar dikin, paşê ji bo wan koliyên alîkariyê amade dikin, berî fitarê koliyan datînin ber deriyê wan, li derî didin û diçin.
- Em koliya alîkariyê datînin ber berî
Avakarê Komê Mehmetşah Karakaya ji nûçegihana AAyê re daxuyand ku bi minasebeta meha remezanê wê alîkariyê bidin 500 malbatî.
Mehmetşah Karakaya wiha axivî:
"Xebatên koma me dewam dikin. Em sipasiya karsaz û welatiyên ku alîkarî dan me dikin. Em li vê derê tenê alîkar in. Em wexta alîkariyê didin bê edaletiyê nakin. Xwe digihînin malbatên mihtac. Em koliyê datînin ber derî, li derî didin û diçin kes me nabîne. Xwedê ji hemû hevalên me yên komê razî be."