23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Em hewl didin ku gelek tesîsan ji bo xizmetê vekin, em li ser projeyên nû dixebitin. Li berevajî vê, çend eşqiyayên îdia dikin ku qaşo mafên herêmê diparêzin bi tenê dişewitînin, xirab dikin, herêmê terorîze dikin, welatiyan ji mal û welatên wan dikin. Dixwazin ku mirov mexdûr bibin, bê kar bimînin, perwerdeyê nebînin. Ji bo ku herêm pêşve neçe, çi ji destê wan tê dikin. Lê bila bizanin ku me destûr neda van, em nadin û em ê nedin.
Ji bo ku ez bi serokên muxalefetê re hevdîtinan bikim, min duh ji wan randevu xwest. Hêvî dikim ku li 4 salên pêş me de heyameke ku em hevdu rexne bikin, hewce bike em reqabeta siyasetê bikin, lê di dawiyê de em menfeata welêt li ser hemû menfeatên siyasî bigrin dest pê bike. Ferqa me ew e ku em hemû Tirkiyeyê hembêz dikin."