Serokwezîrê HKIFê Nêçîrvan Barzanî got: "Îro peymanên ku em bi Tirkiyeyê re çêdikin tê wateya destpêka Iraqa nû û divê tu kes ji vê netirse. Tiştên em dikin, hemû niqaş û hevdîtinên me bi awayekî qanûnî pêk tên."
Barzanî di vebûna Konferansa Neft û Gazê ya Kurdistan-Iraqê de diyar kir ku ev du sal in ku ew, bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk tînin û wiha axivî: "Em wek welatiyên Iraqê bi awayekî qanûnî hewl didin ku tiştên me bi dest xistine, em binirxînin. Ez ji dil û can dibêjim ku hemû xebatên me dê encamên baş bidin. Ji bo ku niqaşên di navbera her du aliyan de bên çareserkirin em ji vir bang dikin. Ji bo venêrîn û kontrolê aliyekî sêyem dikare bikeve navberê."
Barzanî destnîşan kir ku peymana vejenê ya bi Tirkiyeyê re, ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê serkeftineke mezin e û wiha got: "Deriyên me her tim vekirî ne û dê vekirî jî bibin. Herêma Kurdistanê ji bo ku alikariya Iraqê bike çi dikeve li ser milên wê dê bike.Yekem car e ku Herêma Kurdistanê ji bo giştiyê Iraqê dê bibe çavkaniya dahatiyê."
-"Em di vê mijarê de biryardar in û girêdayî zagona Iraqê ne"
Barzanî axaftina xwe wiha domand: "Ji bo mesrefên Kurdistanê niha hewcedariya me bi 30 mîlyar dolarî heye. Divê ji bo berjewendiyên hevpar dahatên petrolê bi awayekî adîlane bên bidestxistin. Li gor Zagona Iraqê, madeya 112emîn em bi desthilata Iraqê ve peymanên petrolê dikin. Lê mixabin heta niha siyaseta ku desthilatiya Iraqê dike, hişmendiyeke navendiyî ye. Divê herkes baş bizenibe ku em di vê mijarê de biryardar in û girêdayî Zagona Iraqê ne. Ji bo Iraqeke nû çi ji destê me bê em dê bikin."
Nêçîrvan Barzanî wiha dewam kir: "Herkes divê baş bizanibe ku gelê kurd û Kurdistanê biryara xwe daye û nikare gavên peş ve biavêje. Dê bi pêş ve gavan biavêje. Serkeftina me ya siyasî ew e ku em polîtîkayên ku me bawerî pê anîye didomînin. Em dixwazin ku li Iraqê welatekî girêdayê Zagona Federal a Demokratîk a Iraqê pêk bînin."
Barzanî wiha got: "Îro peymanên ku em bi Tirkiyeyê re çêdikin tê wateya destpêka Iraqa nû û divê tu kes netirse. Tiştên em dikin, hemû niqaş û hevdîtinên me bi awayekî qanûnî pêk tên. Dîrok jî vê nîşan dide ku hemû hewldayînên me ji bo berjewendiyên herêmê û gelê Iraqê ye."
Barzanî destnîşan kir ku ji 2003an pê ve ji ber polîtîkayên wan ên durist gelek şirketên petrolê yên navnetewî hatine herêmê.
Barzanî diyar kir ku heyamekê li Iraqê bi dahatên petrolê mirov dihatin kuştin û wiha axivî: "Îsal salvegera 28emîn a Enfalê ye. Gelek welêt Komkujiya Enfalê ya ku desthilatiya Iraqê kir qebûl dikin. Ewil çavkaniyên petrolê ji bo ku kurdan bin pê bikin û ji bo êrîşê welatên cîran bikin hat bikaranîn. Ji ber vê em niha hêvî dikin ku çavkaniyên petrolê yên Iraqê ji bo van tiştan neyên bikaranîn. Min gelek caran got. Gelek birînên me henin. Dema em behsa xwe dikin em dibînin ku desthilatiya Kurdistanê bi hêza xwe li ser xwe disekine. Wek mînak desthilatî bi xwe ceyrana xwe û şewata xwe çêdike. Li Herêma Kurdistanê îstîkrar û ewlehî heye û em dê ji bo vê xebat bikin. Em şanazin ku bi olên din û nijadên din ve bi hev re dijîn."