Serokê DYAyê Barack Obama got ku piraniya welatên G20ê, qebûl dikin ku Serokê Dewletê Beşar Esed ji êrîşa kîmyewî ya li Sûriyê berpirsyar e. Obama got ku bêbertekî dê peyamên xelet bide wan welatên ku di destê wan de çekên kîmyewî hene.
Obama di roja dawîn ya Lûtkeya G20ê ya ku li bajarê St. Petersburga Rûsyayê hat lidarxisitn de civîneke çapemeniyê kir û diyar kir ku digel hemû normên navneteweyî li Sûriyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Obama bal kişand ku Sûriyê gelek normên navneteweyî bin pê kirin û wiha axivî: "Li Sûriyê (di 21ê tebaxê de li Gutaya Rojhilat) hezar û 400 kes bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Ji 400î zêdetirê van zarok bûn. Me ev tişt ji bo mudaxeleyeke leşkerî ji ber xwe dernexistin. Ez ji bo ku dawî li şeran binîm, hatim hilbijartin, ne ji bo ku dîsa ji nû ve şeran bidim destpêkirin."
Obama dest nîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji ber armanceke diyar hat qedexekirin û bêbertekî dê peyamên xelet bide wan welatên ku di destê wan de çekên kîmyewî hene.
Obama dest nîşan kir ku divê normên navneteweyî yên ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, bên parastin û got lê em wisa difikirin ku di vê maweyê de NY karê ket ser milê xwe nekir û wiha axivî: "Heke çekên kîmyewî hatibin bikaranîn divê li hember vê yekê bertek bê dayîn. Heke normên li dijî çekên kîmyewî çalak nebin, dê ev norm bêbandor bin û bibe sedem ku normên din jî bikevin xetereyê. Li dinyayeke wiha jî nayê jiyîn."
Obama dest nîşan kir ku dinya nikare li hember bikaranîna çekên kîmyewî bê deng bimîne û piraniya welatên G20ê jî qebûl dikin ku rejîma Beşar Esed çekên kîmyewî bi kar anîne û diyar kir ku welatên G20ê ji bo bertekdayînê di mijara gelo li benda biryara NYyê bimînin an nemînin de, di nav nakokiyê de ne.
Obama got ku bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtineke "ji dil û erênî" pêk anîn û got ku her çiqas der barê bikaranîna çekên kîmyewî de hemfikir nebin jî, bangî Putîn kir ku dev ji cudahiya fikran berde û li Sûriyê guherîna siyasî teşwîq bike.
Obama dest nîşan kir ku rewşa mirovî ya li Sûriyê û herêmên sînor roj bi roj xerabtir dibe û bal kişand ku pirsgirêk kerî kesî jî nayê
- Dê roja sêşemê daxuyaniyê bide
Obama dest nîşan kir ku dê roja sêşemê der barê mijara Sûriyê de bangî gelê xwe bike û diyar kir ku xesasiyeta gelê Amerîkayê ya der barê mudaxaleyeke leşkerî ya li ser Sûriyê de fêm dike. Obama got ku ez ji xwe bawer im ku dikarim gelê Amerikayê di mijara bikaranîna çekên kîmyewî divê bê berteka leşkerî nemîne de, qanî bikim. Ezê ji gelê Amerîkayê re qise bikim ku pîlanên me yên der barê Sûriyê de li gor normên navneteweyî ye û sînorkirî ye. Ez dizanim ku hilbijêrên min li bendê ne ku ez biryara herî baş bidim. Wana ji bo vê yekê ez du caran hilbijartim.
Obama diyar kir ku haj pê heye ku mijara Sûriyê ji bo Kongreyê barekî giran e. Obama pirsa "Heke ji kongereyê bersiva 'na' derkeve dê biryara mudaxeleyeke leşkerî bigire an na" jî bê bersiv hişt.
Obama dest nîşan kir heta ku ji bejayê gelek leşker neyên şandin, li Sûriyê nikarin ji bo demeke dirêj çareseriyeke leşkerî bi dest bixin û got ku "Gelo emê arîkariya gelê Sûriyê bikin an na? Helbet emê bikin, jixwe em dikin jî."