Ekip
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, diyar kir ku ew destûrê nade li tu wezaret, sazî û li tu teşkîlatekê li ser navê wî rê li ber pêvajoyekê bê xitimandin û got: "Heke ez bi xwe telefonî wezîrekî an jî burokratekî nekim, ji kerema xwe ev eqrebayekî min be jî, kurê bavê min be jî, wî ji ber derî biqewirînin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di komcivîna partiya xwe ya meclisê de axivî û li ser mijarên rojevê nirxandinên giring kirin.
Der barê karê burokrasiyê de Erdogan wiha gazind kirin:
"Me bi salan li dijî olîgarşiya burokratîk têkoşîn da lê nîha li ser navê min car din xebatên avakirina olîgarşiya burokratîk tên kirin ku ev rewş tu carê nayê qebûlkirin."
Li ser heman mijarê wiha pê de çû:
"Di serî da li burokrasiyê û gelek ciyan kesên ku nikarin karên xwe bikin, engariyê dikin, nikarin ji binê berpirsyariya xwe derkevin hema bi gotinên wiha va hewl didin ku ji berpirsiyariyê xilas bibin. 'Begefendî wisa dixwaze' an 'Serokomarê me wisa dixwaze' an jî 'Kulliye wiha dixwaze'. Tê fehmkirin ku bi destê kesên ku ez qet nas nakim û di emrê xwe da qet nedîtiye va ev rêya di karên hêsan ên burokratîk, tercihên li ser hûrgiliyên veberhênanekê da û taltîf û tesfîyeya hin kesan da tê bikaranîn."
Ewî got ew destûrê nade li tu wezaret, sazî û li tu teşkîlatekê li ser navê wî rê li ber pêvajoyekê bê xitimandin û dewam kir:
"Ez destûrê nadim ku li tu wezaret, li tu sazî û li tu teşkîlateke me li ser navê min rê li ber pêvajoyekê bê xitimandin, li dijî qayde û quralan kar bên kirin. Heke ez bi xwe telefonî wezîrekî an jî burokratekî nekim, ji kerema xwe ev eqrebayekî min be jî, kurê bavê min be jî, wî ji ber derî biqewirînin."
Serokomar Erdogan rexneya xwe dirêjtir kir û wiha axivî:
"Li gor min ev helwest, yanî ew gotina 'Birêz, Serokomar wiha dixwaze' di nav olîgarşiya burokrasiyê da bûye wek şîfreyeke nû. Ew kesên li meqamê helkirina pirsgirêkê ne û di şûna çareserkirinê da her tim gilî û gazinan dikin, sûc dikin stûyê kesên din, me ji xwe ra dikin hincet û dixwazin xwe paqij nîşan bidin, di çavê min da ew biserneketî ne."
Der barê daxuyaniyên li ser elewiyan de jî got: "Kesên provakasyonên dijî xwîşk û birayên me yên elewî di rojên dawîn da tînin rojevê misyona Lawrence pêk tînin. Xwîşk û birayên me yên elewî jî wekî her kesî welatî û xwediyên rastîn yên vî welatî ne û hemû derfet û îmkanên wan hene."