Yekîtiya Ewropayê (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsya ji bo kela aloziyê ya li Ukraynayê bişkênên li hev kirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry piştî hevdîtina ku nêzîkî 9 saetan dewam kir digel Nûnera Bilind ya Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Catherîne Ashton civîna çapemeniyê li dar xist.
Kerry got ku di dawiya civînên îro de li hev kirine, dê ji bo kela aloziyê ya li Ukraynayê bişkênên û ewlehiya ukrayniyan dîsa pêk bînin, gavên berbiçav biavêjin.
Wezîr Kerry got: "Me li hev kir êdî hemû alî ji şidet û çalakiyên provokatîf dûr bisekinin û gefan li hev du nexwin. Em hemû alî nîjadperestî û antî-semîtîzmê dûr disekinin, xweşnedîtinê şermezar dikin û qebûl nakin."
Rûniştin carinan bi beşdarbûna du aliyan carinan jî bi beşdarbûna çar aliyan hatin kirin. Ji bilî Kerry û Ashtonê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andriy Deşçîtsa beşdarî civînê bûn.