KONYA
Hat ragihandin ku di çarçoveya jêpirsîna îdiayên der heqê "rêxistina paralel" de Konya wek navend li 10 bajarî zêdetir operasyona dest pê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ji ber îdiayên der heqê "rêxistina paralel" de çend meh berê jêpîrsîn dabû destpêkirin. Piştî berhevkirina delîlên hatin bidestxistin jî îro berdestê sibehê Konya wek navend li 10 bajarî amadehiyên operasyonê hat kirin.
Li gor agahiyan di nav kesên bên binçavkirin da midûrên ewlehiyê yên berê jî hene.
Di dema jêpirsînê de parêzer M.O.yê ku dixwest biçe DYAyê li Balafirgeha Konyayê û sekretera wî F.N.P jî li Selçûka navçeya Konyayê di 11ê gulanê de hatin binçavkirin û paşê jî hatin girtin.