Önder Beyter
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
ANKARA
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) sond xwar, dê li Kuliyeya Serokomariyê jî merasimek were lidarxistin ku ev merasim dê bi hejmar û cihêrengiya beşdaran va bibe yek ji merasimên sereke yên di dinyayê da.
Serokomar Erdogan ku bi 26 milyon û 330 hezar û 823 dengan va di hilbijartina Serokomariyê da bi ser ket, dê piştî merasima sondê û seredana Anitkabîrê, ligel beşdariya Yekîneya Siwarî were Kuliyeyê ku li vê derê jî dê bi sirûda mehter were pêşwazîkirin.
Dema Serokomar Erdogan ligel yekîneya siwarî têkeve Kuliyeyê dê li Kuliyeyê 101 pare top bên agirkirin û herwiha bi vê minasebetê va li baregehên fermandariyên asîmanî, bejayî û deryayî jî li her yekî dê 101 pare top bên agirkirin.
Merasima ku dê li Kuliyeya Serokomariyê were lidarxistin, dê bi hejmar û cihêrengiya beşdaran va bibe yek ji merasimên sereke yên sondxwarina serokên dewletan ên di dinyayê da.
- "1 Lira" ku bi awayekî taybet hatine çapkirin, dê wekî diyarî bidin mêvanan
Di merasimê da tevî peywirdar û vexwendiyan dê qedera 10 hezar kes beşdarî merasimê bibe ku seba vê jî ji cêrgeyên cuda yên civakê yên wekî mamoste, neferê agirkujiyê, mixtar, esnaf, karkerê madenê, hekimê diranan hatin vexwendin.
Di merasima ku lîderên rûhanî yên cemaetên dînî jî dê beşdar bibin da Orkestraya Senfonî ya Serokomariyê, Koroya Serokomariyê ya Muzîka Tirkî a Klasîk a Dewletê, Miziqeya Armonî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Taxima Mehteran a Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneya Dîrokî ya Artêşa Tirkiyeyê jî dê li merasimê da cihê xwe bigirin.
1 lireyên ku bi destê derbxaneyê bi awayekî taybet hatine çapkirin dê wekî diyarî bidin mêvanan. Beşek ji van pereyên taybet dê bixin piyaseyê. Ji xeynî van, dê bi taybetî seba roja merasimê pûl were çapkirin.
Êvarê dê ji bo serokên dewletan ên mêvan şîv were dayîn. Herwiha di nava van kesayetan da dostên taybet ên Erdogan ên wekî Şansolyeya berê ya Almanyayê Gerhard Schroder û Serokê Bizava Nehda ya Tûnisê Reşîd Xenûşî jî hene.