Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu der barê lihevkirina ku bi Îranê re hat kirin de axivî û wiha got: "Di vê rewşê de ev asta ku em gihîştinê gelek girîng e. Dibe ku hin kes ji vê lihevkirinê aciz in, lê nêrîna me cuda ye. Em vê gava ku hatiye avêtin erênî dinirxînin."
Davutoglu ji bo karên fermî hat paytextê Bahreynê Manamayê û li vir lihevkirina Îran û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya NYyê û Almanyayê (5+1) nirxand.
Davutoglu got: "Em vê lihevkirinê weke gaveke erênî dinirxînin. Daxwazake wiha ji bo ku pêbawerî hebe, girîng e. Îran cîranê me yê dîrokî ye. Têkiliyên me xurt in. Tengavkirinên li ser Îranê, di heman demê de zirarê didin aboriya me jî. Ji ber vê yekê ev lihevkirin bi kêrî me jî hat. Her wiha em hêvî dikin ku ev peyman dê tansiyona vê herêmê jî bixe."
Davutoğlu, konuşmasını şöyle tamamladı: Davutoglu axaftina xwe wiha qedand: "Di vê rewşê de ev asta ku em gihîştinê gelek girîng e. Dibe ku hin kes ji vê lihevkirinê aciz in, lê nêrîna me cuda ye. Em vê gava ku hatiye avêtin erênî dinirxînin. Em hêvî dikin ku ev gava hatiye avêtin wê heta peymana binecih bidome ku peymaneke binecih çêbibe."