E.O
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
TBMM
Di Lijneya Giştî ya TBMMê de bi yekdengî biryar hat dayîn ku der heqê 15ê temûzê, teşebûsa derbeyê ya FETO de Komîsyona Lêkolînê ya Parlementoyê bê avakirin.
Îlknur Înceoza Cîgirseroka Koma AK Partiyê li ser pêşnûmayê wekî xwedan îmze axivî û got ku bi rêxistineke terorê ya gelekî xaîn û sinsî re rû bi rû ne.
Înceozê diyar kir ku di dema atmosfera şer de jî Meclisa Xazî nehat bombebarankirin lê rêxistina terorê ew xist hedef û got ku "Mixabin ku me şahidiya şeva herî dirêj a sedsalê kir."
Înceozê destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan şeva teşebûsa derbeyê gel vexwend qadan û vê yekê "boçûna teşebûsa derbeyê guherand" û got ku derbe ji aliyê aborî ve welatan paş ve dibin.
Înceozê bi bîr xist dema ku bûyerên 17-25ê kanûna pêşîn qewimîn gotin ku ev yek jî teşebûseke derbeyê ye û got ku dema mijara dahatûya welêt be me nîşan da ka em çawa tên bal hev û me mînakên vê pêvajoyê nîşan dan.
- "Îdiaya mensûbên FETOyê hedefan berevajî dikin"
Mehmet Erdoganê Parlementerê MHPyê yê Mûglayê jî qala girîngiya berdewamkirina atmosfera diyalog û lihevkirinê kir.
Erdogan bal kişand ku ji 15ê temûzê vir be bi dehhezaran personel ji kar hat dûrxistin û wiha axivî: "Îdiaya mensûbên FETOyê yên ku ketine saziyan hedefan berevajî dikin jî heye. Divê di mijara jikardûrxistinê de baldar bin."
Erdogan destnîşan kir ku divê der heqê têkiliyên derve yên vê teşebûsa derbeyê de bi hûrgulî xebat bên kirin.
Celal Doganê Parlementerê Stenbolê yê HDPyê jî destnîşan kir ku bi teşebûseke derbeyê ya ku ji yên din cudatir e re rû bi rû ne û got ku "Şîfreya herî mezin a vê teşebûsê ya ku divê bê derxistin ew e ku gelo armanc û maweya wê çi ye. heke di rastiyê de her yek ji derbeyên din bikin mijara rojevê û her hefte li ser derbeyekê nîqaş bê kirin em ê rastî çendî belgeyên ku dîroka me ya nêz ronî dike bên."