Seval Ocak
07 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Lijneya Giştî ya Meclisê bi armanca hilbijartina Serokê Meclisê yê nû, civiya.
Lijneya Giştî ya ku di bin serokatiya Devlet Bahçeliyê Serokê Berwext ê Meclisê da kom bû wê di Lijneya Giştî da wê 30yemîn Hilbijartina Serokê Meclisê Bike.
Di tura ewil û ya duyemîn da ji sê parên parlementeran herî kêm du par yanî 400 ray û di tura sêyemîn da jî herî kêm 301 ray hewce dike. Heke di tura sêyemîn da jî kesek neyê hilbijartin wê demê tura çaremîn bê kirin û di wê da jî ji du namzedan yê ku herî zêde ray hilde wê bibe Serokê Meclisê.
Ji bo Serokatiya Meclisê ji AK Partiyê Numan Kurtulmuş, ji CHPyê Tekîn Bîngol, ji Partiya Çepên Kesk Tulay Hamîtogullari, ji ÎYÎ Partiyê Mustafa Cîhan Paçaci, ji Partiya DEVAyê Mustafa Yeneroglu û ji Partiya Gelecekê jî Serap Yazici Ozbudun namzed in.