BÛRSA
Mehmet Ocalan ji bo dîtina birayê xwe Abdullah Ocalanê ku serokê rêxistina PKKê ye çûbû girava Îmraliyê. Mehmet Ocalan bi birayê xwe re hevdîtin kir û vegeriya Gemlîka navçeya Bûrsayê.
Piştî ku Ocalan ji giravê vegeriya rojnamevanekî jê pirsî "Gelo hevdîtina we çawa derbas bû?" Mehmet Ocalan jî bersiv da û got: "Hefteyek berê parlementer jî hatin ba wî. ji bo pêvajoyê jî ji min re wiha got 'Pêvajoya ku saleke dewam dikir di 15 çiriya pêşîn de qediya. 'Ez bi tenê dikarim vêya bibêjim. Me wek malbatê hevdîtin kir. Ya baş ewe ku hûn van pirsên xwe ji kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin bipirsin. Lê merheleya ewil qediyaye û merheleya duyemîn ez jî nizanim."
Rojnamevanekî din jî pirsî "Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê çi dibêje? Jê razî ye?" Birayê Ocalan ji bo van pirsan jî wiha got: "Bi vê awayî razî ye ku ev saleke ne eskerek û ne jî gêrîlayek li serê çiya mirin, ji bo vê kêf xweşe. Em nizanin pêvajo dê çawa dewam bike. Ya baş ewe ku hûn van pirsên xwe ji kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin bipirsin ya rast û bi exlaqî jî ev e."
Paşê Mehmet Ocalan bi Hanefî Karsli yê ku birayê vî Cumalî Karsli jî li îmraliyê girtiye ji navçeyê veqetiya.