Önder Beyter
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
SAKARYA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu wiha got, "Du rêvebêrên Partiya Dad û Geşepêdanê li rojhilatê bi destê rêxistina terorê hatin qetlkirin. Em sersaxiyê didin malbata herdu rêveberan û herwiha rêveberên Partiya Dad û Geşepêdanê."
Kiliçdaroglu li taxima Xaçerêya Sakaryayê dest bi 18emîn roja meşê ya ku partiya wî li hemberî girtina Parlementerê Stenbolê yê CHPyê Enîs Berberlioglu li Guvenparka Enqereyê dest pê kiribû, kir.
Kiliçdaroglu beriya meşê daxuyanî da rojnamegeran û wiha xeberda, "Ez welatiyên me yên ku di 2yê Tîrmehê Qetlîama Sêwasê da can dan, bi rehmet bi bîr tînim. Hê jî li edaletê digerin. Ev, yek ji wan nîşaneyan e ku bê ka ev meşa ya edaletê çiqas watedar e. Ji ber hindê daxwaza me ya herî mezin ew e ku tukes ji ber bawerî, nasname û nêrîna xwe ya siyasî neyê tawanbarkirin û krîmînalîzekirin. Divê mirov fikr û ramanê însan qebûl bike û wî bixe taca seriyan."
Kiliçdaroglu daxwaza kadroyê ya karkerên taşeron ên ku duhê beşdarî meşê bûn, da bibîrxistin û herwiha hêvî kir ku daxwaza kadroyê ya zêdetirî milyonek karkerên taşeron bicih were.
Kiliçdaroglu herwiha êrîşên terorê yên dijî rêveberên navçeyan ên AK Partiyê şermezar kir û wiha got:
"Du rêveberên Partiya Dad û Geşepêdanê li rojhilatê bi destê rêxistina terorê hatin qetlkirin. Em sersaxiyê didin malbata herdu rêveberan û herwiha rêveberên Partiya Dad û Geşepêdanê. Xwedê rehma xwe li wan bike."
Kiliçdaroglu piştî daxuyaniyê, ligel kesên hazir dest bi meşê kir.