01 Gulan 2016•Rojanekirin: 02 Gulan 2016
TBMM
Rojeva sereke ya TBMMyê ya vê heftê, pêşnûmaya guhertina destûrê ya der heqê parêzbendiyê da ye.
Lijneya Giştî ya TBMMyê dê bi raçevkirinê dest bi hefteyê bike. Di Lijneya Giştî da sibê dê Ravepirsa HDPyê ya der heqê Wezîrê Daristan û Karûbarên Avê Veysel Eroglu da ku bi îdiaya "Di serî da santralên hîdroceyran, bi projeyên mezin ên mîna Cerattepe, Yeşîl Yol, Rêya Marmaraya Bakur va rûxandina ekolojîk pêk tê û di vê rûxandinê da berpirsiyariya wî heye" va dixwazin bê gotûbêjkirin, ewil dê were rojevê û dê hevdîtin bên kirin ka gelo dê bikeve rojevê an na.
- Rojeva herî girîng "parêzbendî" ye
Rojeva sereke ya TBMMyê ya vê heftê, parêzbendî ye. Komîsyona Destûrê ya TBMMyê dê hevdîtinên pêşnûmayê bidomîne.
beriya vê hevdîtinên der barê pêşnûmayê da ji ber şerê parlementeran temam nebibû.