ERBÎL
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesud Barzanî hişyarî da gel da ku îşev piştî ku encamên hilbijartinê hat eşkerekirin, bila haj bi pîrozbahiyên xwe hebin.
Barzanî diyar kir ku divê endamên partiyan çekan neteqînên û bi awayên ku gel dixin xetereyê şahiyan li dar nexin.
Lijneya Azad û Bilind a Hilbijartinan da zanîn ku dê îşev encamên hilbijartinan diyar bike, li ser vê yekê Barzanî ji malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî da.
Mesud Barzanî bi bîr xist ku divê her kes haj bi berpirsyariya xwe hebe û li gor wê tevbigere û got ku daxwaz û giliyê xwe di çarçoveya qanûnî de bînin ziman.
Barzanî hişyarî da ku aliyên partiyan divê li hember hev rêz bigirin û wiha axivî: "Ez dixwazim ku îstiqrara Kurdistanê bê parastin. Alîgirên partiyan bila rapêşiyên ku gel dixin xeterê nekin û çekan neteqînin. Ev yek kirinên bê wate ne. Divê hemû hêzên ewlehiyê qanûnan biparêzin û ji bo kesên ku qanûnan binpê dikin çi hewce dike bikin."