Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji dîplomatan bi dest xistin, Barzanî dê sibê di saet 13.30an de bibe mêvanê Serokwezîr Erdogan. Di hevdîtinê de li ser bûyerên tundiyê yên li Iraqê, danûstendina petrolê ya di navbera Tirkiye û HKIFê de û avakirina hikûmeta nû dê bê axaftin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku rewşa koçberên sûrî yên ji şer reviyane, rageşiya di navbera PYD û hikûmeta herêmî de jî dê bê axaftin.