03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di roja 82yemîn de "Operasyona Atmaca-7" ya ku di 14ê adarê de dijî PKKya rêxistina terorê dabûn destpêkirin hat temamkirin.
Li Nisêbînê operasyona hevpar a ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û hêmanên ewlehiyê piştî qedexeya derketina derve ya ku di 14ê adarê de dan destpêkirin ji bo ku bergiriyên ku terorîstan vekirin bên girtin, bergirî bên rakirin, teqemeniyên hatine veşartin bên îmhekirin û nîzama kamuyê ji nû ve bê tesîskirin dihat kirin xilas bû.
Di operasyonê de hat îro 496 terorîst hatin pasîfîzekirin, 508 bergirî hatin rakirin, 52 çal hatin girtin û hezar û 285 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhekirin.
Ji 75 terorîstên ku bi operasyonên hêzên ewlehiyê ketin tengasiyê û kom bi kom teslîm bûn 72 kes hatin girtin 3 kes jî tên dermankirin.
Li Nisêbînê di operasyonê de 70 peywirdarên ewlehiyê şehîd ketin.
Sernaserê operasyonê hezar û 837 kes hatin tehliyekirin, 2 hezar û 463 pakêtên xurekê hatin belavkirin.
Ji bo tespîtkirin û îmhaya teqemeniyên ku terorîstên PKKyî veşartine hêzên ewlehiyê li navçeyê xebatên lêkolîn û lêgerînê berdewam dikin û hat diyarkirin ku li navçeyê dê qedexeya derketina derve demekî din jî berdewam bike.