21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
AGIRÎ
Li Agiriyê, Dîrayet Taşdemîra Parlamentera HDPê ya Agiriyê ku ji ber sûcên cuda lê du doz hatibûn vekirin û îfade nedabû û ji ber vê hatibû binçavkirin, piştî îfadedayinê serbest hat berdan.
Taşdemîra ku hat binçavkirin anîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê. Taşdemîrê li vir ji ber sûcên wekî "li ser navê rêxistina terorê tevgerîn, propagandaya rêxistina terorî, muxalefetkirina li hemberî Qanûna Civîn û Xwepêşandanê" îfade da.
Taşdemîra ku li Dadgeha Cezayê ya Esliye ya Agiriyê di dozekê din a lê hatibû vekirin de jî ji ber sûcê "pesnê sûc û sûcdar dayinê" îfade da. Taşdemir ji aliyê her du dadgehan ve jî serbest hat berdan.