ANKARA
Parlementerên BDPyî dê roja duşemiyê beşdarî HDPyê bibin.
Bi minasebeta ku parlementerên BDPyî yên beşdarî HDPyê dibin dê roja duşemiyê, di saet 11.00an de li Otêla Ankara Gur Kentê merasim bê lidarxistin.
Ji bilî Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demirtaş û parlementer Sirri Sakik hemû parlementer dê bi merasimê, beşdarî HDPyê bibin. Sakik ji ber ku dê bikeve hilbijartinên şaredariyê yên dê di hezîranê de li Agiriyê bên kirin, di BDPyê de dewam bike. Demirtaş jî ji bo ku dê partiyê bibe kongreyê di BDPyê de bimîne. Tê çaverêkirin ku piştî kongreyê ew her du jî beşdarî HDPyê bibin.
Ji aliyê din ve tê payîn ku di 8ê hezîranê de kongreya BDPyê, di 22yê hezîranê de jî kongreya HDPyê bê lidarxistin.