ANKARA
Li Navenda AK Partiyê di pîrozkirina cejnê de sohbet û rojev bi piranî li ser makezagona nû û pêvajoya çaerseriyê bû.
Ji bo ziyaretê pêşiyê heyeta CHPê ya di bin serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak de hat AK Partiyê.
Erdogan Toprak cejna AK Partiyê û ya hemû alema îslamê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe sedemê hin tiştên baş.
Kapûsûz anî ziman ku li ser mijarên îstişareyê hin pirsgirêk hebin jî divê her kes bi sebir û eqlêselîm tevbigere.
Toprak diyar kir ku divê rê û rêzik û rêgez çi bin, li gor wî tevbigerin û wiha axivî: "Divê di nava pêvajoyê de rêgezên nû neyên ferzkirin û li gor makezagonê tevbigerin. Rast e, Makezagona 12ê Îlonê li gorî dewleta me nîne, lê ji bo ku em vê biguherînin divê di nava pêvajoyê de rêgezên nû neyên ferzkirin. Heger em rêgezên nû daneynin, ez bawer im em ê bi ser kevin."
Kapûsûz diyar kir ku wekî partiya desthilatdar ji serî de li gor rêgezên komîsyona lihevkirinê tevdigerin û wiha got: "Heger li ser makezagonê lihevkirin hebe, divê xêzên sor tunebin. Bi xêzên sor na, divê em hewl bidin ku li ser metna lihevkirinê li hev bên."
Piştî heyeta CHPê, di bin serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Mevlut Karakaya de heyeta MHPê AK Partî ziyaret kir.
Karakaya cejna teşkîlata AK Partiyê û cejna alema Tirk-Îslamê pîroz kir û diyar kir ku di cejnê de biratî, xweşbînî û yekîtî derdikevin pêş.
Piştî heyeta MHPê, bi serokatiya Parlamenterê Agriyê yê BDPê Halîl Aksoy heyeta BDPê hat cejna AK Partiyê.
Kapûsûz diyar kir ku li Tirkiyeyê rihetiyek heye û ev jî dibe sedemê aştî, hizûr û îstikrarê, lê hin pirsgirêk jî hene û wiha berdewam kir: "Niha li pêşiya me firsendeke mezin heye, em makezagoneke nû çêdikin. Divê em makezagoneke sivîl û demokratîk wekî diyariya cejnê diyariyî gel bikin û dawî li makezagona ku piştî derbeyê hatiye çêkirin bînin. Em hewl didin ku çi ji destê me were, em bikin. Ez bawer im wê partiyên din jî alîkariyê bidin û em ê bi hev re bi ser kevin."
Aksoy jî diyar kir ku ji ber hin neheqî û zilma di paşerojê de mirov ji hev dûr ketin, navbera wan nexweş bû û nediçûne cejnên hev jî û wiha got: "Hetta carna silav dayîn jî zor bû. Lê divê bê zanîn ku nêzî salekê ye tiştê ku tê kirin ji bo gelê me jî, ji bo rewşa wan biguhere gelek girîng e. Divê her kes destê xwe bavêje binê vî barî û fedakariyê bike."