GAZÎANTEP
Hosteyên peqleweyê yên ji Entabê ji bo ku sifreyên remezanê şirîn bikin, pir dixebitin.
Hosteyê peqleweyê Şîrvan Payasli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku peqlewe yek ji xwarina sereke ya li ser sifreyên remezanê ye.
Payasli destnîşan kir ku piştî fitarê xwarinên şirîn tên tercihkirin û wiha xeberda: "Me amadehiyên xwe yên beriya remezanê kuta kirin. Aniha di nava tempoyeke bi lez û bez de pahtin pêk tê. Bi taybetî jî ji kesên ku xwestin di rojên ewil ên remezanê de li ser sifreya xwe ya fitarê şêrînahiyê bibînin, me sîparîş stendin. Em ji çaraliyê Tirkiyeyê siparîşan werdigrin û ji niha ve em van siparîşan amade dikin û didin kargoyê. Înşellah peqleweya Entabê dê îsal jî sifreyên remezan şirîn bike."
Payasli bi taybetî bal kişand ku Entab wekî "paytexta peqleweyê" tê naskirin û wiha got: "Kesê ku peqleweya Entabê bixwe, teqez êdî peqleweyeke din tercih nake. Ji ber hindê kesên ku carekê peqleweya Entabê tam kirin êdî dibin mişteriyên me yên mayînde."
- Qonaxa pahtina peqleweya Entabê
Qonaxa pahtina peqleweya Entabê ya ku yekemîn berhem e ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye pesendkirin, pisporiyeke mezin dixwaze. Peqlewe ji fistiqê Entabê, rûnê nivîşk ê ji herêmên cuda cuda û ji arê genim tê çêkirin. Ev melzeme di destê hosteyan de dibin tam û lezeteke xweş.
Ewil girikên hevîrê peqleweyê bi destê hosteyan biqasî laçikê zirav tên vekirin û dû re datînin nava siniyên ku rûnê nivîşk lê hesikandine. 15-20 ji van girikên vekirî datînin siniyekê û dû re rûnê nivîşk ser dikin û kakilê fistiqê Entabê ser werdikin. Êdî sinî ji pahtinê re amade ye.
Piştre siniyê dixin hundirê firina ku bi agirê dara berûyê tê hilkirin û heta 200-300 dereceyê tê germkirin. Siniya peqlweyê biqasî 40-45 deqîqeyî di hundirê firinê de dimîne. Dû re peqlewe qederekê tê sekinandin û paşê jî şerbetê valayî ser dikin. Dema ku sinî hinekî sar bû, êdî ji bo servîs û firotênê amade ye.