Cenazeyê polês Alî Ozturkê ku di êrîşa ku mensûbên PKKya rêxistina terorî li Sîlvana navçeya Diyarbekirê bi roketavêjan kirin de şehîd ket, li navçeya Çermîkê hat binaxkirin.
Naaşê Ozturk ê ku bi alaya Tirkiyê hatiye pêçandin ji Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê sitandin û xistin nav wesayîta cenazeyê. Cenazeyê bi konwoyê re anîn baxçeya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr a li navçeya Baglarê.
Polêsan cenazeyê hempîşeyê xwe danîn ser milê xwe û danîn ser katafalkê. Di merasimê de ji bo polêsê cangorî dia hat kirin.
Midûrê Ewlehiyê ya Diyarbekirê Adnan Taştan di merasimê de axivî û got ku hempîşeyên wan bêtirs canê xwe feda dikin, ji ber ku hevalên xwe bi vî awayî oxir dikin gelekî xemgîn in.
Ozturkê cangorî zewicî bû û bavê du zarokan bû, naaşê Ozturk ji bo ku bê definkirin bi firokeyê birin navçeya Çermîkê.
Gelek welatî beşdarî cenazeya Ozturk bûn.
Dê û xanima Ozturk xwe avêtin ser tabûta wî demek dirêj giriyan. Xanima Ozturk ji kerba ji xwe ve çû û ekîbên tenduristiyê midaxaleyê wê kirin.
Naaşê Ozturk piştî nimêja cenazeyê li Goristana Taxa Guruzê hat definkirin.
Kesên ku beşdarî merasimê bûn sloganên ku rêxistina terorê şermezar dikin, qiriyan.