ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu beşdarê bernameya televizyona A Haberê bû û li wir der barê rojevê de axivî.
Çavuşoglu got ku Tirkiye jî ji bo ku Kobanê nekeve destê DÎŞIyê di vê meseleyê de hesas e, lê meseleyên din ên li ser sînorên Tirkiyeyê jî qasî Kobanêyê hesas in û divê Kobanê bi tena serê xwe dernexin pêş.
Wezîr Çavuşoglu got ku PYD û Artêşa Sûriyeyê ya Azad li hev ewle nabin û wiha axivî: "PYD û pêşmerge jî li hev ewle nabin. Ew ji berê, ji dîrokê tê. Di navbera wan de di dîrokê te bûyer qewimîne. Dîsa ji ber pêşeroja Sûriyeyê, yekîtiya sînor û azadiyê PYD û Artêşa Sûriyeyê ya Azad cuda difikirin û li hev nakin. Ji ber vê pêvajo heta îro dereng ma."
Çavuşoglu got ku hêzên pêşmergeyan dixwazin zêde pêşmergeyan bişînin, lê PYD nahêle û wiha axivî: "Ewil hat gotin dê 2 hezar pêşmergeyan bişînin, lê paşê ev hejmar dakete 200î û herî dawîn jî bû 150 kes."
Wezîr Çavuşoglu li ser pirsa derbasbûna pêşmergeyan jî wiha got: "Dibe ku di van deman de derbas bin. Di vê mijarê de ji hêla me ve pirsgirêk tune. Ji xwe li hev kirine. Şertên Tirkiyeyê got hemû hatin qebûlkirin."
Ji bo derbasbûna hêzên Artêşa Sûriyeyê ya Azad a Kobanêyê jî Çavuşoglu wiha got: "Di mijara ku Artêşa Sûriye ya Azad dê derbasî Kobanêye bibe de, PYD û ASAyê li hev kirin. Di vê mijarê de pirsgirêkeke me tune ye. Tirkiye jî di vê mijarê de çi hewce bike dê bike. Tê gotin ku qasî 100 kes dê derbas be, lê ji ber ku her tim hejmara wan diguhere, ew nikare hejmareke eşkere bibêje."
Çavuşoglu pirsa "Hevserokê PYDyê Salih Muslim dê dewatê Enqereyê bê kirin?" bersivand û wiha axivî:
"Niha dawetkirina wî ya Enqereyê di rojevê de tune. Lê kingê ew bên li ser gotina me, dev ji çalakiyên terorê û armancên xwe yên cudaxaz berdin, ji bo yekîtiya Sûriyeyê biryar bidin û bixebitin em ê wan wek muxatab û meşrû bibînin. Berevajî vê em meşrû nabînin. Lê di vê pêvajoyê de hêzên me yên ewlekariyê û îstixbarata me bi wan re hevdîtinan dikin. Yên din ve jî hevdîtinan dikin. Îro ji bo pêvajoya çareseriyê jî hevdîtin tên kirin, lê wek hikûmet rewşeke ku em wan dawet bikin tune. Ji xwe rewşeke wisa jî pêk nehat."
Ji aliyê din ve rayedarên Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, konvoya ku çekên giran ên pêşmergeyan yên ku wê herin navçeya Kobanêyê dibe, ji Hewlêrê derket û berê xwe da Dihokê.
Li gor agahiyan dibêjin ku komeke din a pêşmergeyan wê bi şev bi balafira taybet ve ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê derbasî Tirkiyeyê bibe.