05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
TBMM
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got ku dema wî di axaftineke xwe de gotiye "ji gawir re gotina gawir û li hember wî sekinandin" nêta wî li hember emperyalîzmê sekinandin bûye û wiha axivî: "Nêta min ne ew bû ku ez welatiyên me yên ne misilman biçûk bibînim, wan li hember xwe bidim sekinandin. Tiştekî wiha ji hişê min derbas nebû."
Kurtulmuş ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di 3yê çileya pêşîn roja şemiyê li Kastamonuyê ew di civînekî de axiviye, lê ev axaftina wî ji hêla wateyê va hatiye guherandin ku di raya giştî de şaş bê fêmkirin.
Kurtulmuş got ku ew wiha axiviye: "Ji bo me serxwebûn giring e. Ji gawir re gotina gawir e û li hember wî sekinandin e. Heke wisa nebûya me nikaribû li Çanakkaleyê li ber xwe bida. Li cem me gawir ji kesê nemisilman re nayê gotin, ji despot û ji zaliman re, ji yên ku zilmê mirovan dikin re, ji emperyalîstan re tê gotin."
Kurtulmuş got ku kevneşopiyên li Tirkiyeyê dibêje ku li hember gawiran bisekine û serî li ber wan netewîne.
Kurtulmuş got: "Heke na, me nikaribû li Çanakkaleyê ber xwe bida, Şerê Rizgariyê bikira." û wiha dewam kir:
"Piştî van gotinên min hevoka ku ez bi israrî li ser sekinîm û li hemû nûçeyan da cih girtiye ev e: Di ferhenga me da gawir, navekî ne wisa ye ku li kesên nemisilman dikin. Ev nav li zaliman, despotan, li kesên ku zextê didin ser mirovan û li emperyalîstan dikin. Dema min di axaftineke xwe de got ji 'gawir' re gotina gawir û li hember wî sekinandin nêta min li hember emperyalîzmê sekinandin bû. Nêta min ne ew bû ku ez welatiyên me yên ne misilman biçûk bibînim, wan li hember xwe bidim sekinandin. Tiştekî wiha ji hişê min derbas nebû. Berevajiyê vê ji bo ez li ser têkoşîna serxwebûnê ya ku me bi welatiyên xwe yên nemisilman ra da, sekinîm."