Sevim Hatun
09 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Qibleya ewil a miletê, Qudsa bajarê pêxemberan e; ev der harem-î îzzet û namûsa hemî misilmanan e."
Serokomar Erdogan beşdarî vebûna "Forûma Weqfên Qudsê yên Navneteweyî" ya li Navenda Kongreyê ya Halîçê hat kirin bû.
Erdogan li vir wiha axivî: "Qibleya ewil a miletê, Qudsa bajarê pêxemberan e; ev der harem-î îzzet û namûsa hemî misilmanan e."
-Ji bo ku Quds dîsa bibe bajarê aşîtî, aramiyê hewl didin
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Em him ji bo baweriya xwe him jî ji ber berpirsiyariya mîrata mayî giringiyê didine Qudsê, doza Qudsê, têkoşîna bo heq û edaletê ya birayên xwe yên filistînî. Ji bo ku Quds dîsa bibe bajarê aşîtî, aramî û pê baweriyê em hewl didin."
-Heta mesle bi rêyeke aşîtiyane neyê çareserkirin aşîtî çênabe
Serokomar Erdogan got heta ku meseleya Filistînê bi rêyeke aştiyane neyê çareserkirin, ne mimkune îstîqrar were herêmê û li herêmê aşîtî çêbe û wiha pê de çû:
"Berî her tiştî divê li hemberî biryarên ku hatin dayin û hiqûqa navneteweyî rêz bê giritn. Tu kesek, tu welatek di ser hiqûqê re nîne, nabe jî. Lê belê bi salane di meselya Filîstînê de biryar li gor hiqûqa çîna bilind tê dayin, vê jî wiha bibînin.
Ez dixwazim li vê derê xisûsa ku di hemû platformên lê meseleya Qudsê tê axaftin de dibêjim, dubare bikim; em misilman divê her gav Qudsê, Mescîdî Aksayê ziyaret bikin. Wexta em li ser îstîtastîkan hûr dibin, dibînin ku di vê mijarê de hê jî kêmasiyên me zehf in."
-Failê sûc yê ku nayê cezakirin hartir dibe
Serokomar Erdogan wiha dewam kir:
"Pêşnumayek ku pê tê xwestin serê sibê di mizgeftan de azan neyê xwendin hê li parlementoya Îsraîlê sekinandiye. Ya rast di rojevê de hebûna mijarek wiha eyb û şerm e. Ew kesên her gav ji me ra qala azadiya dîn û wicdanê dikin niha di vê mijarê de bê deng sekinîne. Wekî ku li hêviya erêkirinê ne. Înşallah em ê destûrê nedin ku li Qudsê dengê azanê were birîn. Berî her tiştî divê hûn bi vê yekê zanibin heke ku hûn bi baweriya xwe ewle ne; hûn çima ji azadiya baweriyê ditirsin? Derdeke me yê wiha nîne, herwiha em ji azadiya baweriyê jî natirsin. Ez niha vê bibîra rêveberên Îsraîlê dixim; heke ku hûn bi baweriya xwe ewle ne hûn çima ji banga mela ditirsin?
Failê sûc yê ku nayê cezakirin hartir dibe. Sedema zêdebûna sûcên ku Îsraîl dike ev e. Heta ku hesabê cinayet, qetlîam û zilma li herêmê diqewime neyê pirsîn, ne mimkune li herêmê aşîtî çêbe û îstîqrar were herêmê."
Serokomar Erdogan dawiya axaftina xwe de got: "Tekane rêya çareseriyê çi ye? Avakirina dewleta Filîstînê ya ku sînorên wê sala 1967an hat diyarkirin û paytexta wê Qudsa Rojhilat e. Ji bo vê jî lazim e li ser Îsraîlê zordestî hebe."