Orhan Onur Gemici
23 Sibat 2025•Rojanekirin: 24 Sibat 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, her du serokomar di axaftinê da li ser têkiliyên dualî yên Tirkiye û Fransayê, mijarên herêmî û kurewî sekinîn.
Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir, ji bo ku şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bi dawî bibe, seba ku aştiyeke adil û mayînde pêk were, Tirkiye hewildanên xwe didomîne. Erdogan diyar kir, wekî welatekî ku her du aliyên şer dikin, çend caran aniye ser maseya mizakereyê, mazûvanî jî tê da ew dikare piştgiriyê bide hevdîtinên aştiyê. Erdogan got ku destpêkirina pêvajoya mizakereyê ya ku her du aliyan wêder nake jî girîng e.
Serokomar Erdogan di axaftinê da ji Macron ra destnîşan kir, plana ku dixwazin Filistîniyan mişextî Misir û Urdunê an jî welatekî dinê ê sêyemîn bikin, wê neyê qebûlkirin.
Serokomar Erdogan û Serokomarê Fransayê Macron wekî pêşengên du welatên mitefîqê NATOyê mitabiq man ku di heyama nû da zêdetir di nava kordînasyonê da bixebitin.