Merve Yıldızalp Yormaz
15 Nîsan 2026•Rojanekirin: 15 Nîsan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez ji hemû welatiyên me, hemû malbatên me yên ku êrîşa çekdarî ya li Kahramanmaraşê ya ku Tirkiyeyê gelekî xemgîn kir bandorî wan kir ra, bi taybetî ji zarokên me yên delal ra dibêjim ku derbasî be."
Erdogan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî der barê êrîşa çekdarî ya li Kahramanmaraşê da daxuyanî da.
Serokomar Erdogan got ku "Ez ji hemû welatiyên me, hemû malbatên me yên ku êrîşa çekdarî ya li Kahramanmaraşê ya ku Tirkiyeyê gelekî xemgîn kir bandorî wan kir ra, bi taybetî ji zarokên me yên delal ra dibêjim ku derbasî be. Di vê êrîşa dilsoj da mixabin zarokên me yên delal û mamosteyekî me yê fedekar jiyana xwe ji dest dan. Xwedê rehma xwe li canên me yên jiyana xwe ji dest dan bike, ez ji bo malbatên wan ên dilsoj sebrê dixwazim û sersaxiyê didim camîeya me ya perwerdeyê. Dozgerên me yên komarê, mifetişên mulkiye û mearîfê bi hûrbijêrî lêpirsînên xwe didomînin. Bûyer dê ji hemû aliyan va teqez bê ronîkirin."
Erdogan diyar kir ku Wezîrên Perwerdeya Neteweyî, Malbat û Xizmetên Civakî, Karên Navxweyî, Edalet û Tenduristiyê ji bo ku bi birîndaran û kesên bûyerê bandorî wan kir ra eleqedar bibin, êşa wan parve bikin û ew bixwe di pêvajoyê da peywirê bikin çûn Kahramanmaraşê û ev gotin:
"Biqasî wijdanî be bi heman awayî peywireke exlaqî ye ku êrîşeke wiha ya ku agirek xist nav dilê hemû gelê me nekin melzemeyên polemîkên siyasî û amûrê reytîngê. Siyaseta êşê nabe. Ez rica dikim ku di çarçoveya hesasiyeta mijarê da di serî da mensûbên çapemeniyê hemû aliyên civaka me hesasiyeta hewce nîşan bidin. Ez tika dikim ku di vê pêvajoyê da gelê me îtibarî nûçeyên derew û şaş, parvekirinên tê da dezenformasyon heye nekin, guh bidin daxuyaniyên sazî û dezgehên me yên eleqedar. Ez dîsa ji ewladên me, malbat û mamosteyên me ra dibêjim ku derbasî be."