NEW YORK
Serşêwirmendê Çapemeniya Serokomariyê Lutfullah Goktaş, li ser îdiayên ku dibêjin Serokomar Erdogan digel Serokomarê Misrê Ebdulfettah El Sîsî hevdîtin kiriye, daxuyaniyek da û îdia derewand.
Lutfullah Goktaş li ser van îdiayan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê de û got, helwesta Serokomar Erdogan ya ku li hember generalê darbekar Sîsî eşkere ye û wiha dewam kir: "Ev gotinên li ser vê mijarê hemû derew in. Li New Yorkê me ji lijneya Misrê tu daxwaza hevditînê nekiriye. Fikreke me ya wisa jî tune."