Nihat Kavşut
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Dewletê yê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bona pêwendiyên fermî hat Enqereyê.
Balafira Pûtîn û lijneya pê ra di saet 15.12an da daket Balafirgeha Esenbogayê.
Ahmet Yildizê Alîkarê Wezîrê Karên Derva, rayedarên Wezareta Karên Derva, Aleksey Yerhovê Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê, rayedarên Balyozxaneya Rûsyayê, Ercan Topacayê Waliyê Enqereyê û Tuxgeneral Mehmet Kîpê Fermandarê Navendî yê Enqereyê li balafirgehê Pûtîn pêşwazî kirin.
Piştî pêşwaziyê Pûtîn ji bona here Kuliyeya Serokomariyê bi rê ket.
Pûtîn li Kuliyeya Serokomariyê wê ji hêla Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va bi merasimeke fermî bê pêşwazîkirin.
Pûtîn û Erdogan wê bi vîdeokonferansê beşdarî Merasima Xîmdanînê ya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê bibin û bicivin.
Piştî hevdîtinê di hevserokatiya Erdogan û Pûtîn da wê civîna Konseya Hevkariya Payebilind ya Komara Tirkiyeyê û Federasyona Rûsyayê ya 7emîn bê kirin.
Piştî merasima îmzeyê ya peymanên di civînê da Erdogan û Pûtîn daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş bidin û peyra şîvê bixwin.
Pûtîn sibê jî li Enqereyê wê beşdarî Civîna Sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê bibe ku li ser Sûriyeyê tê kirin.