İbrahim Atmaca
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven got, "Pêvajoya darazê didome. Em hemû îtiraz û daxwaznameyên tên ber me yek bi yek dinirxînin û ser lêkolînê dikin."
Guven li ber avahiya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind daxuyanî da û got ku digel endamên 11 mehkemeyên bilind, nûnerên AK Partî, CHP, MHP, HDP û ÎYÎ Partiyê jî beşdarî civînên LHByê dibin.
Guven destnîşan kir ku nirxandin didomin û wiha dewam kir, "Pêvajoya darazê didome. Em hemû îtiraz û daxwaznameyên tên ber me yek bi yek dinirxînin û ser lêkolînê dikin. Di pêvajoya darazê da ez nikarim der heqê naveroka dosyeyan da tu agahiyê bidim."