Türkan Tosun
28 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
KARS
Serokê navçeya Qaxizmanê yê HDPyê Kemal Avci ji ber hinceta "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" hat girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, der barê Serokê navçeya Qaxizmanê yê HDPyê Kemal Avci de ji ber hinceta "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" biryara girtinê hebû. Tîmên şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr a Qaxizmanê li gundê Karabagê operasyonek kirin û Avci hat binçavkirin.
Piştî karên wî yên ewlehiyê tîman ew sewqî dadgehê kirin.
Dozgeriyê îfadeya wî hilda û Avci ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" ji hêla hakimtiya cezayê ya silhê ve hat girtin.